Şer berdewam dike û rojane xelkê sivîl dibin qurbanî

20:48 - 25 Kanûna Paşîn 2016
Ajansa Kurdpa: Şer û pevçûn di Kurdistana Bakur de berdewam dikin, û roj bi roj ew şer dijwartir dibe.

Li gora nûçegihaniyan di encama şer û pevçûnên du rojên borî de gellek kes ji herdu aliyên ku bi hev re şer dikin hatine kuştin û di vê navberê de dîsan xelkê sivîl bûne qurbanî.

Li gora nûçeyan, li Nisêbînê, piştî gullereşandina ji aliyê hêzên dewletê ve, jinekê jiyana xwe ji dest da, û heya niha jî termê wê di malekê de maye.

Li taxa Dîcle cenazeyê ciwanekî, û li taxa “Dagkapi” jî cenazeyên 2 kesên nasnameyên wan nediyar, hatin dîtin.

Polîsên Tirk li Edeneyê jî piştî vê ku zarokek birîndar kirin, girtin binçavan.

Dayika 3 zarokan Şîrîn Altay jî ku di 24\'ê Kanûnê de ji ber gulleya topê ya li mala wê ket, bi giranî birîndar bû, piştî berxwedana 32 rojan li nexweşxanê jiyana xwe ji dest da.

Li Taxa Hasirliyê jî gellek mal ji ber bombebarana hêzên dewletê şewitîn û du zarokên ku li hewşa mala xwe dilîstin, ji ber parçeyên bombeya hêzên dewletê birîndar bûn. Zarok, ji aliyê welatiyên li taxê ve hatin dermankirin. Herwisa Avahiya 28 birîndar lê asê mane, hîna jî ji aliyê dewletê ve tê bombekirin.