Seqiz/ Şelandina eşkere a welatiyan

13:37 - 6 Kanûna Paşîn 2015
Ajansa Kurdpa: Xemsariya polîs nisbet bi dabîn kirina rewşa ewlekariya canî ya welatiyan, li Siqiz a rojhilatê Kurdistanê, tirs û dilgiraniya xelkê bajarê navborî bi pey xwe hişt.

Li gorî raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, roja Yekşemî 4’ê çileya paşîn (january) a 2015’an, 4 kes bi gefxwarina derbên çeqoyan li mekteba firotina milk a taxa Beharistan a Seqiz, hindik hemwelatiyên wê deverê talan kirin.

Şahîdekeî bûyerê peyamnêrê Kurdpa re got: Kesên bûyer dîtî û xwediyên dukanan yên cîran, demildest polîs agahdar kirin, lê piştî borîna demjmêrekî polîs li wir hazirbû.

Wê çavkaniya nûçeyan amaje bi vê yekê jî kir ku akinciyên deverê ew 4 kesane neçar bi revînê kirin.

Şahîdê bûyerê di dirêjeya axaftina xwe de got: Di demekê de ku polîs ji nasnameya wan kesene haydar e, lê hîna tu hengavek bo çareser kirina wê pirsê hilnegirtiye.

Hemen kesê kû ew şelandina xelkê nêz ve şopandî, nasnameya talankeran (K.H), (E.H ) (M.Y.N) û (B) ragihand û got:“Tevî encam dana kiryarên ne mirovane, bi sedema qoricîtî û alîkarî kirina wan kesane bi hêzên ewlekarî ên hikûmeta Îranê re, ew nayên binçav kirin. ”

Bi sebeba hejarî û nebûna derfetên kar li welatê Îranê, nemaze deverên Kurdrûniştî, pirsgirêkên civakî roj pey roj ber bi zêdebûnê ve diçin û hikûmet bi E’md wan pirsan çareser nake. Ji aliyekî din ve ambargoyên aborî yên derekî û givaşên hundirîn, rewşa giştî ya hikûmeta Îranê ber bi aloziyan ve dibe.