Seqiz/ Pevçûna du ciwanan û mirina yek ji wan

19:54 - 14 Şibat 2015
Ajansa Kurdpa: Li heyamê nêzî salekî, çendîn pevçûn li bajarê Seqiz ê rojhilatê Kurdistanê pêk hatine. Herî dawî nakokiya navbera du ciwanên wî bajî bû ku wê pêvçûnê mirina yek ji wan bi pey xwe hîşt.

Li gor raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, roja pêcşemî 12‘ê sibata (february) a 2015’an, xortekî 17 salî bi navê Hêmin Ebdî li parka “Şikofe ”a Seqiz, bi sedemeke nediyar xwe kuşt.

Şahidekî bûyerê peyamnêrê Kurdpa re got: Hêmin Ebdî bi sedema duijwar bûna birînên bi derbên çeqoyê, demildest jiyana xwe ji dest dide.

Pêştir Xalid Tewekulî- Civaknas li Seqizê, di hevpeyvînekî ligeln ajansa nûçegihaniya Kurdpa ragihandibû : Xwekuştin û rewşa xirab a psîkolojî ku li civaka Îranê tê dîtin, bi sedema kirîzên aborî, civakî û siyasî pêktên; her ev yek bûye sebeb da hemwelatî nekanibinb hember pirsgirêk û araîşeyan berxwe bidin.

Wî mamostayê zanîngehê amaja bi vê yekê jî kiribû : Dema zextên aborî li civakê hatin zêde kirin, bêkarî berfireh bû û azadiyên siyasî hatin sînordar kirin, hemwelatî ê bi hêrs bibin û nikarin hemher her bûyerkî berxwedanê bikin.

Çalakvanên siyasî ên Kurd, bê midûriyeta karbidestên hikûmeta Îranê, sedema bêkarî û hejariyê li deverên Kurd akincî didin zanîn.
Bi gotina karzanan, nebûna derfetên kar li Seqiza rojhilatê Kurdistanê, roj pey roj zêde dibin û pirsgirêkên takî, malbatî û civakî li wî bajarî cihê dilgiraniyan e.