Seqiz/ Hunermenda Kurd Xatûn Zîn hat bibîranîn+Wêne

20:18 - 16 Nîsan 2015
Ajansa Kurdpa: Di merasîmekê da bi beşdariya şêniyên gundên derdora Seqiza rojhilatê Kurdistanê, Xatûn Zîn-Jina hunermenda Kurd a peykerçêker hat bibîranîn.

Li gor raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, duh çarşemî bervar 15`ê nîsana 2015`an, merasîmek bi boneya bîranîna Xatûn Salhî naskirî bi xatûn Zîn –Jina peykerçêker a Kurd li gundê Qarawaya xwar a bajarê nav borî birêve çû.

Parlamenterê bajarên Seqiz û Baneyê ku li wê rêûrsmê de beşdarî kirbû ragihand: Divê şeqameke bajarê Seqizê, navê XatûnZîn lê bê kirin û herwiha wêneyên wê jina hunermend li ser tembra bajarê Seqizê bê çap kirin.

Di beşeke din a wê merasîmê de hunermendên Kurd ên derdora bajarên Seqiz, berhemên xwe yên hunerî nîşanî beşdar bûyên festîvalê kirin.

Xatûn Salihî jineke nexwendewar a hunermend li gundê Bogebesî ê ser bi devera Gewrika Seqizê bû ku di warê çêkirina kûp û saz kirina peykeran de bi dehan berhemên hunerî di çarçoveya wêneyên ajalan de berhem anîn e.

Ew jina Hunermenda Kurd bi derbas bûna 31 sal li ser mirina hevjînê xwe re serpereştiya zarokên xwe bi stû girt û birêya wê hunera xwe ; çêkirina peykeran, hem xizmeta çandî dikir û hem jî debara jiyana xwe û 6 zarokên xwe dikir.

Li ser jiyan, karûbar û berhemên Xtûn Salihî naskirî bi Xatûn Zîn, Mecîd Mahîçî fîlmek jêr navê Xatûn Zîn berhem anîy. Hêjayî gotine ye heya niha jî beşek ji berhemên Xatûn Zîn li Mozexaneya bajarê Sine tên parastin.

Wîne Gulan Seqiz

\"26014.jpg\"

\"26015.jpg\"

\"26016.jpg\"

\"26017.jpg\"

\"26018.jpg\"

\"26019.jpg\"

\"26020.jpg\"

\"26021.jpg\"

\"26022.jpg\"

\"26023.jpg\"

\"26024.jpg\"

\"26025.jpg\"


beşek ji berhemên Xatûn Zîn li Mozexaneya bajarê Sine

\"26026.jpg\"

\"26028.jpg\"

\"26029.jpg\"

\"26030.jpg\"

\"26031.jpg\"