Seqiz: Salek cezayê girtîgehê bo çalakvanekî Karkerî hate birîn

21:03 - 10 Şibat 2016
Ajansa Kurdpa: Dadweriya Şoreş a bajarê Seqizê salek cezayê girtîgehê bi ser çalakvanekî karkerî de sepand.

Li gor nûçeyên ku gihane Ajansa Nûçegihaniya Kurdpa, “Osman Îsma’îlî” çalakvanê Karkerî yê Kurd ji aliyê Dadweriya bajarê Seqizê, bi tawana “çalakî di derbarê karkeran de û pêwendîgiritn digel nûçegîhanan” salek sizayê girtîgehê ser de sepand.

Ev sizaya çend roj berî niha ji aliyê dadweriya Şoreş a bajarê Seqzê hatiye birîn.

\"29503.jpg\"
Osman Îsma’îlî
Çavkaniyeke haydar tevî piştrastkirin ji vê biriyarê ji Ajansa Kurdpa yê re ragehandiye: Osman Îsma’îlî soça endam bûna digel yek ji Partiyên Kurd jî pê dabûn, lêbelê bi sebeba nebûna belgeyên hewce derbarê vê socê bêdengîiya xwe kirin e.

Çend meh berî niha, Osman Îsma’îlî di gotûbêj digel Ajansa Kurdpa bas ji binçavkirin û gef xwerin a hevwelatiyên Kurd ji ber roja cîhanî a Karkerî kiribû û ev givaş û zext ji aliyê navendên Ewlehiyê yên Îranê dabû zanîn.

Pêştire jî Osman Îsma’îlî 28’ê meha Nîsana 2015’an de ji aliyê hêzên Îtla’atê hatibû binçavkirin û piştî mana 12 rojan di odeyên takeksî de bi baremeta 70 milyonî hatibo berdan.