Şepolên parazît li Diwanderê bûye pirsgirêk ber kanlên Kurdî

12:05 - 25 Îlon 2013
Ajansa Kurdpa:zêdetir ji heyvike ku bi hegera şepolik berpan ji parazîtan ku ser şarê Dîwanderê dişînin, kanalên Kurdî bi çi formik nayên dîtin.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa û bi gotina yekik ji rûniştiyên şarê Dîwanderê, bi bûn bi êwarê û weşanên kanalên Kurdî, şepolên parazîtan weşana wan kanalane aloz dike.

Bi gotina wî welatiyî li taxa “ Faz ê 2”a şarê Dîwanderê bi dirêjatiya şevê weşanên satêlaytan qut dibin û welatî li pitira taxên şar de tûşî vê pirsgirêkê dibin.

Şandina parazît li rewşik deye ku gorekî wan lêkolînên hatî kirinê, ne bi tinê welatiyan tûşî nexweşiya Kanser(Şêr pençe) dike belku dibe sedem ku zarok bi kêmasî û seqetî ji dayîk bibin û pitira wan zarokan jî tûşî paremana mejî dibin.

Midê çend sale hêzên asayişa hukûmeta islamiya Îranê li şarên Kurdistan bi amanca şandina şepolên parazîtan ser kanalên satêlaytan, dezgayê şandina parazîtan cêgir kirine ku eva rasterast şûndanînik nigatîv ser girêya naw zikê dayîkê de hee û pitir caran zûtir ji dema xwe tîne ji dayîk dibin.

7ê Banemera îsal 2 zarokên cêmik( Duqolû) yên taze ji dayîk bûyî li nexweşxaneya şarê Ciwanro bi hegera şûndanîna nigatîva şepolên parazîtan, canê xwe ji dest dan.