Senatorekî Amerîkayî daxwaza bersiveke tund derheq êrîşa bo ser binkeyên Partiya Demokrat kir

21:59 - 18 Îlon 2018
Ajansa Kurdpa: Senatorekî Amerîkayî êrîşa mûşekî ya Spaha Pasdaran ya bo ser binke û baregehên Partiya Demokrat ji hewlên hikûmeta Îranê ji bo nearamkirina deverê da zanîn.

Senator “Marco Rubio” endamê payebilind yê Senaya Amerîkayê di “twitt”a xwe de êrîşa mûşekî ya Spaha Pasdaran ya bo ser binke û baregehên, Partiya Demokrat şermezar kir û daxwaza bersiveke tund derheq vê êrîşa mûşekî ya Hikûmeta Îranê kir.

Navbirî got ku: Ev hewla Hikûmeta Îranê beşek ji hewlên vê Hikûmetê ne, bo afirandina alozî û têkdana deverê.

\"\"Senator “Marco Rubio” endamê payebilind yê Senaya Amerîkayê
Elîekber Pûrcemşîdiyan, di gotûbêjekê de, digel “Difa`iPress” tevî îşarekirin, bi êrîşa mûşekî ya bo ser binke û baragehên PDKÎ de ragehandiye ku: “Hêzên çekdar bi taybet Spaha Pasdaran bi vê hêza ku heye, dikare li her rewşekê de, û her demekê de, ku welatê Îranê rûbirûyê gefan be, bi awayekî bihêz bersiva van gefan bide”.

Roja Şemî 17`ê Xermananê (8`ê Îlonê) binke û baregehên Partiya Demokrat yên li bajarê Koyê li kûrahiya axa Herêma Kurdistanê de, ji aliyê Spaha Pasdaran ve hatine bombebarankirin, ku di vê êrîşê de 15 kadr û pêşmergeyên Partiya Demokrat hatine kuştin, û 40 kesên din jî birîndar bûn.