Semînera li ser Ol û Civaka Êzdiyan

13:39 - 16 Kanûna pêşîn 2012
Ajansa Kurdpa: Di 8 û 9ê Çileya Pêşîn de li bajarên Bern û Zurîxê yên welatê Swîsre du semîner di derheqê êzdiyan de hatin lidarxistin.

Ev çalakî ji terefê „Ìnsiyatîfa Kurd li Swîsre“ hat organîzekirin. Beşdarê semîneran helbestvan û nivîskarê Kurdê navdar Eskerê Boyik bû. Di herdu şevên semîneran li Bern û Zurîhê de mamoste Eskerê Boyik di derheqê ol, çand, civat, cejn û toreyên zewacê yên êzdiyan de zanyariyên pir balkêş dan guhdarvanan. Paşê guhdarvanan jî derfet dîtin, da ku ew jî di derheqê ramanên xwe de mafê axaftinê bistînin, an jî pirsan bikin. Semîner di atmosfereke xweş û wêjeyî de derbas bûn. Eskerê Boyik yek ji Kurdê Sovyeta kevn ne. Ew di sala 1941è, li Ermenistanê, li gundê Qundexsazî (Navê ìroyîn Riya Teze ye) hatiye dinê. Piştî dibistana seretayî û navîn wî di sala 1966 an de li Yêrevanê dibistana bilind ya „Malhebûna Gundîtiyê“ qedandiye û di wexta xwe de di vê mijarê de gelek nivîs bi zimanê Rûsî û Ermenkî nivîsandine. Lê ji sala 1960î şûnde helbest û nivîsarên wî yên bi zimanê kurdî jî hatine weşandin. Wî gelek pirtûk di şêweya helbest û şanoyê de nivîsandine. Pirtûka wî ya herî navdar jî „Kulîlkên Çiya“ ye, ku di sala 1975an de hatiye weşandin.
اavkanî: Netewe