Semînara Serdar Ezîzxanê Mukrî li Bokanê

21:43 - 9 Tîrmeh (Temûz) 2015
Ajansa Kurdpa: Li Bokana rojhilatê Kurdistanê, semînarek jêr navê “Serdar Ezîzxanê Mukrî”, ji aliyê encûmena birêveberiya wî bajarî ve, dê bê lidarxistin.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya Kurdpa, Semînara “Seyêd Ezîzxanê Mukrî” bi armanca têgeha siyasî û leşkerî ya navborî, herwiha rola wî kesayetiyê mezin li navxwe û derveyî welat, dê bê lidarxistin.

Li wê semînarê de civaknasiya dîroka Mukriyan, têgeh û pêgeha civaka Bokan û desthilatdariya zemanê Serdar Ezîzxan, dê bê nîqaş kirin.

Birêveberên wê semînarê qala vê yekê jî kirin ku navend û biyava olî ya mukriyan a li serdemê Qacariyan jî, dê vê merasîmê de bê şirove kirin.

Biryar hatiye dayîn ew senînar 16 û 17 tebaxa îsal (25 û 26 Xermanan) li bajarê Bokan; zanîngeha Azad, Peyamnûr, Zanistî “karbordî” û çendîn encûmenên din ên wî bajarî birêve here.

Bi gotina licneya amadekar a semînarê, kesên bixazin beşdarî bikin, dikarin babetên xwe bi du zimanên kurdî û farsî di 20 rûpelan de radestî licneya amadekar bikin.

Ezîzxanê Mukrî wezîrê şer û berevanî yê serdemê Nasiradîn Şahê Qacar bûye. Wî li sala 1287 a koçî, bi bîr û hizra amdekirina reşnivîsekî, îdiaya durustkirina qelaya“Serdarî” a bajarê Bokanê kiribû.