Sembola destaneya Siwaro li Seqizê hat pêşandan

20:14 - 19 Kanûna Paşîn 2015
Ajansa Kurdpa: Bi kombûna hejmarek ji çalakvanên çandî û hunermendên Seqiz li rojhilatê kurdistanê, monomênta sembolîk a “Siwaro”hat nîşandan.

Li gorî raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, roja yekşemî 18’ê çileya paşîn (january) a 2015’an, peykera “Siwaro” berhema hûnermendê Kurd Mesûd Rehîmî di merasimekî, de perde li ser hat hildan.

Biryar hatiye dayîn monomênta“Siwaro”piştî muhlet dan ji aliyê şaredariya bajarê Seqizê, di qiyaseke mezintir li yek ji meydanên wî bajarî bê danîn.

Pêştir jî wî hunermendê Kurd ê bajarê Seqiz li rojhilatê kurdistanê, bi sedema koçberiya welatiyên Kurd ên Êzidî, monomêntek bi navê “Çiyayê Şengal” çêkiribû ku tevî vê yekê li Seqizê perde li ser hatibû hildan, li bajarê Silêmanî di başûrê Kurdistanê de jî, ew peyker hate nîşan dan.

Mesûd Rehîmî di rêûresma pêşandana wê monomêntê de tevî rexnegirtin li berpirsên bajarê Seqiz, ragihand:“Ez hîvîdar bûm ku beriya wê ku li herêma Kurdistanê pêşwazî li berhemên min bên kirin, li warê ez lê dijiyam diviya berhema min zêdetir pêşwazî lê bihata kirin.”