Şêlikiya milîtarên hukûmî li Kurdistan , kuştî û birîndarek pêket

21:27 - 14 Gulan 2013
Ajansa kurdpa : kolberik xelkê Ormî û kasibkarik rûniştiyê şarê Banê bi şêlikiya rasterast a hêzên intizamiya hukûmeta islamiya Îran, kuştî û birîndar bûn.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya kurdpa, roja yekşem 22ê heyva Ordîbêhşt, kolberik Kurd bi navê “ Sadiq Şêxî” , kurê “Nayîf” bi destê hêzên intizamiya hukûmeta islamiya Îran li pasgaha “ Meydan” li şaristana Ormî, bo ermanca şêlikiyan û hatiye kuştin.

Çavkaniyek agadar bi raportêrê kurdpa got: ev kolbera ku ji xelkên gundê “ Firêziya” ye ji dewera Ormiyê ye û li sala borî de her li wê herêmê de jî bi destê hêzên intizamiya hukûmeta islamiya Îran hatiye birîndar kirinê.
Ji aliyek din , kasibkarik Kurd bi navê “Azad Sûravî” ku bi maşîna xwe ku wedigeriya mala xwe bo ermanca şêlikiya hêzên intizamiya şarê Banê .

Şêlikiya ajanên hukûmî, bû sedema birîndar bûna vî kasibkarî û xisar dîtina maşîna vî.

Her ew çavkanî lê zêde kir : Azad Sûravî li roja 19ê heyva Ordîbêhêşt li rewşek da ketiye ber şêlikîşiya hêzên intizamî ku bi şika hebûna tiştê qaçax bûye ku evî ji çi tiştê qaçax çinebûne .

Her bi gotina wê çavkaniyê, ev kasibkarê Kurd bo derman kirin bi nexweşxana Banê hatiye raguhastin û heya niha jî bin çavdêriya duxtoran deye.