Selasbavecanî/ Pevçûnên navbera alîgirên Fûtbolê kuştiyek bi xwe girt

19:57 - 11 Şibat 2015
Ajansa Kurdpa: Kûpa Fûtbol a gundên bajarê Selasbavecanî ku bi minasibeta “Dehika Fecir ”hatibû lidarxistin, pevçûnek navbera alîgirên wan de çêbû û kesek jî hat kuştin.

Li gor raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, roja borî (10/1/2015’an) di dema birêveçûna pêşbirka fûtbola kûpa gundiyan li Selasbavecanî, navbera lîstikvan û alîgirên du aliyan pevçûn derket ku di encamê de kesek ji gunê “Qalîçe ”ê ser bi Selas bavecanî hat kuştin.

Nasnameya wî welatiyê Kurd Azad Rizayî hatiye ragihandin ku di encama pevçûnên sîpora Fûtbolê de jiyana xwe ji dest da.

Heya niha nehatiye zelal kirin ku alîgirê yaneya Fûtbola a gundê “Qalîçe” ê Selasbavecanî ji aliyê çi kes yan kesan ve hatibe kuştin, lê pevçûn navbera lîstikvan û alîgirên Fûtbola du gundên “Qalîçe” û “Nigre” de pêkahatibû.