Selas Bavecanî/ Teqîna mayînekî 4 qurbanî bi xwe girt

21:24 - 26 Adar 2015
Ajansa Kurdpa: Teqîna mayînên bi cih mayî ji şerê Îran û Îraq (beriya niha bi 26 salan), di rojên destpêkê Newrza evsal de, li Selas Bavecanî a rojhilatê Kurdistanê, ji wan yek zarok 4 kes birîndar kirin.

Li gor raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, êvareya roja sêşemî 24’ê adar (march) a 2015’an, 3 nûciwan û zorokekî 10 salî yê kurd, bi sedema teqîna maynekî li gundê “Garî” ê ser bi Selas Bavecanî hatin birîndar kirin.

Tê gotin, ew 4 kesane ji yek malbatê ne ku di dema pêxistina agir di derdora gundê navborî de, mayîn li bin agir diteqe û di encamê de ew birîndar dibin.

Heya niha nasnameya wan 4 welatiyan ku piştî birîndar bûnê demildest wan radikin nexweşxaneyê, bo ajansa nûçegihaniya Kurdpa nehatiye eşkere kirin.

Her wiha beriya niha bi 3 rojan dîsa li gunde Şêx Silê yê ser bi Selas Bavecanî, çend mayînên neteqiyayî tên peyda kirin.

\"25707.jpg\"
Deverên Şêx Silê û Ezgele pirr ji mayînên çandî ên şerê Îranê û Îraqê ne ku piştî 26 salan hîna jî qurbaniyan bi xwe digrin
Teqîna mayînan di wan deveran di demekê de ye ku karbidestên hikûmeta lslamiya Îranê pêştir ragihandibû: Ev dever ji mayînan hatine xawên kirin.

Hejmarek ji roşenbîrên Kurd li ser torên civakî hember vê kiryara hikûmeta Îranê nerazî bûna xwe nîşan dan û ji bêdengiya parlamenterên Kurd li parlamentoya Îranê hember wan bûyeran rexne girtin. Wan îşare bi vê yekê jî kiriye: Hekî neteweya faris li sînoran bi cih biba gellek zûtir dê dever ji mînan bihata pak kirin.

Hikûmeta Îslamiya Îranê heya niha Peymannameya”Utara” êmze nekiriye ku têkilî bi qedexe bûna bikaranîn, berhem û xwedî kirina mayînan e. Jiber vê zêdeyî 20 milyon mayînê çandî yên neteqiyayî li tixûbên Îranê hatine çandin ku hîna jî karbidetên hikûmeta, helwestek li sir vê pirsê negirtine. Ew her tim bi xemsarî çav wê pirsgirêka mayînan ku bûyeran diafeirîne dikin.

Serbarê vê yekê ku hikûmeta Îranê mînan dernayîne, belkî her roj bi hinceta bazerganiyên sînorî, mayînan li wan deveran dide çandin ku salane bi dehan kes li welatiyên sivîl dibin qurbaniyên planên hikûmetê û tu kes jî berpirsyariya bûyeran bi stû nagre.