Selahattîn Demîrtaş serdana Îmraliyê dike

14:16 - 18 Adar 2013
Ajansa Kurdpa: Hat zanîn ku şanda 3’êyemîn a BDP,ê dê Serdana Ebdulla Ocalan Serokê Partiya Kedkarên Kurdistanê li Îmraliyê bikin.

Parlamenterê BDPê yê Amedê Altan Tan, di derbarê heyeta BDP,ê ku dê serdana Îmraliyê bikin got: ‘‘ Di heyeta 3yemîn de ez naçim Îmraliyê û li cih min Hevserokê BDPê Selahattin Demirtaş dê biçe.’’

Parlamenter  Altan Tan di heyeta 2yemîn a BDP,ê de ku serdana Îmraliyê kiribûn cih girtibû. Lê piştî ku naverûka hin nameyên Ocalan ku jibo Qendîlê şandibûn hatibû eşkere kirin, navbirî bi eşkere kirina naverûka wan nameyan dihat sûçdar kirin, lê piştre hat zanîn ku du endamên BDP,ê karê han kirine û ew du kes ji aliyê BDP,ê ji kar û xebata Partiyê hatin durxistin.