Sekinandina kesb û karên “Behayî” yan, nerazîbûnê aborînas û bazirganan bi dû xwe re anî

21:00 - 20 Nîsan 2016
Ajansa Kurdpa: Standin û sekinandina derfeta kesb û kara Behayîyan di Îranê de di heyamên borî de ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê ve, bûye sedema vê ku 54 bazirgan û aborînasên cîhanî, di nameyekî de daxwaz ji hikûmeta Komara Îslamî kirin ku destan ji vê kiryarên xwe bikişîne, û derfeta vê yekê bi hemwelatiyên Behayî bê dayîn ku, bi tewahî di jiyana aborî û civakiya Îranê de, pişikdar bin.

Li gorî nameya wan bazirgan û aborînasan ku piraniya wan xelkê welatên Amerîka, Ustoraliya, Hindûstan, Birizîl û Almanê ne, ji heyva Çiriya Pêşîn ya sala 2014’an ve heyan niha, aliyê kêm ve 80 derfetên kar bona bijîva jiyanê ên Behayîyan, li bajarên weke Kirman, Refsencan û Sarî yê, hatine “Pilom” û sekinandin.

Hatiye ragehandin ku, xwediyê wan kesb û karan bi sedema rêzgirtina ji boneyek olî yê xwe wate olê Behayî, bo heyamek diyarîkirî kesb û karên xwe daxistibûn, lewra kesb û karên wan ji aliyê hikûmetê ve hatine daxistin.

Nameya wan bazrgan û aborînasan vê yekê jî eşkere dike ku, hemwelatiyên Behayî, beçar bi vajukirina belênnameyekî hatine kirin ku, têde tekezê dike di rojên pîroz ên ola Behayî de, mafê vê yekê tu nine ku dukan û bazar û kesb û karên xwe bisekinînin.

Serbarê vê ku name nivîsandî sekinandina kesb û kara Behayîyan bi binpêkirina eşkere ya mefê mirov di Îranê de dide zanîn radigehîne ku, bi sedema vê û rê nahê dayîn hemwelatiyêb Behayî di Îranê de li dam û dezgehên dewletî de bên damezirandin, take rêya peydakirina bijîva jiyana wan kesb û karên piçûk in, lewra ragirtin û sekinandina kesb û karêln wan, dibe sedema zêdebûna zext û giwaşa liser wan.

Her di bê derheqê de di sala derbazbûyî de jî hate ragehandin ku hejmarek ji dukanên hemwelatiyên Behayî li bajarên Tehran, Îsfehan, Meşhed, Sarî, Qas’im Şehr, Tonkabon, Babolserê Kêrman, Refsencan, Cîroft, Bender Ebas û hemedanê, hatine pilomkirin.

Name di dawiyê de tekezê dike ku her weke çava Komara Îslamî pêşwaziyê li daketina welatên Rojavayî bo nava aboriya Îranê dikin, wusa azadiya aboriya hemwelatiyên xwe jî garantî bike.