Se`îd Şêrzad û Zanyar Muradî: Berxwedana xelkê Efrînê wekî Kobanê, destanrês e

20:50 - 30 Kanûna Paşîn 2018
Ajansa Kurdpa: Du girtiyên siyasî ên Kurd di girtîgeha navendî ya Recayîşehr a Kerecê de, di nameyekê de êrîşa Tirkiyê li ser Efrînê mehkûm dikin.

Ew du girtiyên siyasî ên Kurd di vê nameyê de tevî şermezarkirina êrîşa Tirkiyê li ser Efrînê digel xelkê vî bajarî hevderdî kirine.

Di beşeke vê nameyê d ehatiye:

Mixabin arteşa Tirkiyê êrîşa berfireh ya xwe bi mifahwergirtina ji girûpên tundrev ên Îslamî dibe pêş. Eva yekem car nine ku dewleta Tirkiyê ji rastiyan çavpoşiyê dike, û xelkê bêtawan dike armanca gulle û xompareyan, û ew êrîş nîşana şikesta siyasetên dewleta Tirkiyê ye di navçeyê de.

Kantonên Rojavaya Kurdistanê, mînaka herî berçav ya civakeke demokratîk û mînaka pêkvejiyana aştiyane ya hemû netewe û kêmaniyên neteweyî ye, ku dikare mînakeke berçav ya hemû Rojhilata Navîn be.

Lê mixabin piştî vê êrîşê ku bi hevahengiya welatên cîran rû daye, digel bêdengiya cihê şermê ya civaka navneteweyî berbirû bûye.

Em wekî girtiyên siyasî ên Recayîşehra Kerecê, tevî mehkûmkirina êrîşa dewleta Tirkiyê li ser kantona Efrînê, hevderdiya xwe digel wan radigehînin , û em xatircem in ku vîna hesinîn ya xelkê Efrînê, vê êrîşa dagîrkerane, wê têk bişkîne, û cardin wê hemaseyê biafirînin.