Sebah Hewramî Hunermendê Herêma Hewramanê koça dawî kir

20:44 - 29 Çirriya paşîn 2012
Ajansa Kurdpa:Sipêdeya îro Pêncşembî berwar 29ê çirîya pêşîn, Sebah Hewramî, dengbêjê deng xweş û naskirî ê herêma Hweramanê koça dawî kir.

Pêka rapora Kurdpayê, îro pêncşembî 29ê çirîya pêşîn, dengbêjê naskirî Sebah Hewramî seba sektê li temenê 49 salîyê de li bajarê Silêmanîyê koça dawî kir.

Sebah Hewramî li sala 1342a rojî li Gundê Xargêlan a herêma Hewramanê ji dayîk bûye û xwedîyê gelek berhemên hunerî û bi taybetî Sîyahçemana Hewramî ye û bi salan xizmet bi huner û devoka Hewramî kirîye.
termê Hunermend Sebah Hewramî îro bi pişkdarîya xizm û kesên wî li goristana gundê Xargîlan hate definandin.