Sê welatiyên xelkê bajarên Merîwan û Baneyê hatine binçavkirin

18:33 - 25 Tebax 2020

Roja Duşemî 3`ê Xermananê, du welatiyên Kurd yên bi navên “Ferzad Muradî û Newşîrvan Rezayî” xelkê gundê “Helîzava” a ser bi bajarê Merîwanê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine binçavkirin û bo cihekî nexuya hatine veguhastin.

Hêzên ewlehî ew du welatiyên Kurd piştî beşdarîkirin li merasima Gulbaran kirina mezarên şehîdên jînge li bajarê Merîwanê de binçavkirin.

Herwisa roja Yekşemî 2`ê Xermanan, welatiyekî Kurd yê bi navê “Şerîf Emînî” kurê “Ehmed” xelkê gundê “Şuwê” a ser bi bajarê Baneyê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin.

Ew welatiyê Kurd piştî binçavkirinê bo cihekî nexuya hatiye veguhastin û ti zanyariyek ji qedera wî ji ber dest de nîne.

Heya dema bilavkirina wî nûçeyê, ji sedema binçav kirin û tohmeta ku bi ser ew sê welatiyên Kurd de hatiye sepandin ti zanyariyek ji ber dest de nîne.