Sê welatiyên xelkê bajarê Ciwanroyê hatine desteserkirin

12:09 - 9 Kanûna pêşîn 2019

Ajansa Kurdpa: Sê welatiyên xelkê bajarê Ciwanroyê, ji aliyê hêzên îtila`atê ve hatine binçavkirin, û bo cihekî nexuya veguhastin.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, “Hadî Mehmûdî, Eyûb Usmanî û Sitar Weysî” xelkê bajarê Ciwanroyê, li kombûna neraziyên wê dawiyê di wî bajarî de, ji aliyê hêzên îtila`atê ve hatine desteserkirin û bo cihekî nexuya veguhastin.

Heya niha li peyketina malbata wan 3 welatiyên Kurd, bo agehdarbûn li çarenivîsa kurên xwe bê encam mane.

Di despêka kombûna nerizayaetiyan de li bajarê Ciwanroyê, dehan welatiyên Kurd ji aliyê hêzên îtila`atê ve hatine desteserkirin.

Hêzên îtila`atê li dana her cure bersiveke rûn li derheq welatiyên nerazî yên binçavkirî, xwe dûr digrin.