Sê welatiyên Kurd yên xelkê bajarê Mihabad û Sineyê hatine binçavkirin

17:40 - 6 Îlon 2020

Roja Înê 14`ê Xermananê, du welatiyên Kurd yên bi navên “Silêman Kerîmpûr û Xalid Mihemedzade Eqdem” xelkê gundê “Xurxure” a ser bi bajarê Mihabadê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine binçavkirin.

Ew du welatiyên Kurd, di demekê de ku di nav zewî û hasila xwe de mijûlê kar bûn hatine binçavkirin û bo cihekî nexuya hatine veguhastin.

Heya niha lipeyketina malbata wan du welatiyên Kurd, bo agehdarbûn ji qeder û cihê ragirtina kurên xwe bê encam mane.

Heya dema belavbûna vê nûçeyê, ji sedema binçavkirin û tohmeta ku bi ser wan du welatiyên Kurd de hatî sepandin, ti zanyariyek ji ber dest de nîne.

Ji aliyekî din ve, di heyama çend rojên derbasbûyî de, welatiyekî Kurd yê bi navê “Sabir Salihî” xelkê bajarokê “Hesenava” a ser bi bajarê Sineyê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin.

Binçavkirina wî welatiyê Kurd, bi bê hebûna belgeya yasayî bûye û ji sedema binçavkirina wî, ti zanyariyek ji bere dest de nîne.