Sê welatiyên Kurd piştî binçavkirinê bo cihek nediyar hatine veguhastin

12:23 - 15 Çirriya pêşîn 2020

Di heyama rojên derbasbûyî de, sê welatiyên Kurd yên xelkê Merîwanê yên bi navên “Hamîd Dadstan” temen 50 sal û “Soran Dadstan” temen 22 sal û “Hemdî Debistanî” temen 40 sal, xelkê gundê “Degaya Şêxan” ya ser bi bajarê Merîwanê ji aliyên hêzên ewlehî ve hatine binçavkirin û bo cihkî nediyar hatine veguhastin. 

Li gor çavkaniyeke agehdar, hêzên ewlehî êrîş kirine ser mala wan û bi bê hebûna belgeya yasayî ew sê welatiyên Kurd binçav kirine.

Herwisa wê çavkaniyê got: “Heta niha lipeyketina malbatên wan sê welatiyan bo agadarbûn ji çarenivîsa kurên xwe bê encam maye. 

“Hamîd û Soran Dadstan” bav û kur in.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê ti zaniyarî li derheq tohmeta ku bi ser wan sê welatiyan de hatî sepandin ji ber dest de nîne.