Sê welatiyên Kurd li parêzgeha Urmiyê hatine binçavkirin

16:59 - 3 Kanûna pêşîn 2020

Pêwendiyên giştî yên “Biryargeha Seyd El-Şuheda” a hêzên bejayî yên ser bi Spaha Pasdaran, bas ji binçavkirina sê welatiyên ku bi tohmeta endambûn digel Partiyên kurdî yên dijberî hikûmeta Îranê li parêzgeha Urmiyê kiriye.

Pêwendiyên giştî yên “Biryargeha Seyd El-Şuheda” di peyamekê de, bi bê nîşandana ti belgeyekê, tenê bi belavkirina wêneyekê, bas ji binçavkirina sê kesan kiriye ku hewla karên xirab dane.

Navendên ewlehî, di wê daxuyaniyê de amaje bi nasnameya wan sê kesan nekiriye û tenê amaje bi binçavkirina wan sê kesan li ser sînorê “bakurê Rojhilatê Kurdistanê” kiriye.  

Her di vê derheqê de, roja Çarşemî 21ê Xezelwerê, kanalên xwecihî yên bajarê Sunqur û Kulyayî, belav kirine sê welatî li wî bajarî ku endamên yek ji Partiyên Kurdî yên dijberê hikûmeta Îranê bûne di wî bajarî de binçav kirine.