Sê welatiyên Kurd di heyama 31 sale di girtîgehê de ne

15:07 - 23 Tîrmeh (Temûz) 2019
Ajansa Kurdpa: Bi sedema şer û arîşeyên malbatî ve, 3`ê welatiyên Kurd ên xelkên bajarê Urmiyê, eve di heyama 31 sale bi bê îzin dana mirexesî di girtîgeha bajarê Urmiyê de ne.

Li gorî rapora ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, “Se`îd Armit, Ce`ifer Îsma`îlî û Osman Sehrayî” bi sedema şer û arîşeyên malabatî ve, di heyama 31 sale di girtîgeha navendî a bajarê Urmiyê de girtîne.

Çavkaniyeke agehdar di vê derhegê de ji Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê re ragihandiyê: “Ew Sê welatiyên Kurd, bi sedema şer û arîşeyên malbatî, ku bi wê sedemê welatiyek hatibû kuştin, zêdeyê Sê dehikin di girtîgehê de ne û di vê heyamê heya niha îzna mirexesî jî, jiwan re nehatiye dan.

Herwisa wê çavkaniyê daye zanîn, tevî vê ku heya niha çalakvanên medenî çendîn caran daxwaza lêborîna wan Sê kesan ji malbata kûştiyê wê bûyerê re kirine, û wî malbatê jî, rizayeta wan Sê girtiyan neda ye”.

Her li gorî wê çavkaniyê ku daye zanîn, ew Sê girtiyên Kurd di heyama 31 sale tenê bo carekê jî îzna mirexesiyê ji wan re nehatiye dan, û Du kes ji wan girtiyan xîzndarin.