Sê welatiyên bajarê Pîranşarê cezayê 15 sal girtingeha te`izîrî bi ser wan de hate sepandin

12:16 - 24 Kanûna Paşîn 2021

Roja Çarşemî 1ê Rêbendanê, sê welatiyên Kurd bi navên “Necmedîn Suxenwer” temen 36 sal, “Şoreş Ebdullahnijad” temen 37 sal û “Selah Acî” temen 50 salî xelkê gundê “Gergula Xwarê” yê ser bi bajarê Pîranşarê, ji aliyê dadgeha Înqilab a wî bajarî ve her yek ji wan bi 5 sal girtingeha te`izîrî hatine cezadan.

Dadgehê ew sê welatî bi tohmeta “endambûn li yek ji Partiyên Kurd yên dijberên hikûmeta Îranê” ceza dan.

Ew sê welatiyên Kurd, şeva Yekşemî 25`ê Xezelwerê, bi bê hebûna ti belgeyek yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine binçavkirin û bo yek ji girtîgehên ewlehî yên Urmiyê hatine veguhastin.

Ew sê welatiyên Pîranşarê, piştî bi dawîhatina lêpêçînê, nîveya meha Sermawezê bi danîna barimteyê bi awayekî demkî ji girtîgehê hatine berdan û li heyama binçavkirnê ji mafê destpêregiheştin bi parêzer û hevdîtin digel malbatên xwe hatibûne bêparkirin.