Sê welatî di bajarê Kirmaşanê de hatine desteserkirin

12:26 - 9 Kanûna pêşîn 2019

Ajansa Kurdpa: Sê welatiyên xelkê bajarê Ciwanroyê, ku beşdarî li kombûna nerizayetiyên bajarê Kirmaşanê de kiribûn hatine desteserkirin.

Li gorî rapora ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, sê welatiyên Kurd yên bi navên “Şoriş, Hêriş, û Kûriş Mihemedî” xelkên bajarê Ciwanroyê û rûniştiyê taxa “Dewletawa” ya girêdayî bajarê Kirmaşanê di kombûna nerizayetiyên wê dawiyê ya wî bajarî de hatine desteserkirin.

Ew sê welatiyên Kurd ku birayê yeken, piştî desbeserkirina wan bo ciheke nediyar hatine veguhastin û ti zaniyariyek li derheq qedera wan ji ber dest nîne.

Heya niha li peyketina malbata wan sê welatiyên Kurd, bo haydarbûn li qedera kurên xwe, bê encam mane.

Her di wê pêwendiyê de, roja Şemî 16`ê Sermawezê, çalakvanekî medenî ê Kurd ê bi navê “Ekber Gewêlî” xelkê bajarê Sine, piştî amadebûna wî li dadgusteriya wî bajarî de, ji aliyê hêzên îtila`atê ve, hate binçavkirin û bo cihekî nexuya hate veguhastin.

Ew çalakvanê medenî, bo pêregihîştin bi dosiya xwe, banghêjê dadgusteriya bajarê Sine kiribû.

Heya dema belavbûna wê nûçeyê, tu zaniyariyek ji derheq qedera “Ekber Gewêlî” ji ber dest nîne.

Ew çalakvanê medenî, roja Duşemî, 29`ê Gelawêjê, di dema vegerîn li Tehranê bo bajarê Sine li taxê “Feyzawa” ji aliyê hêzên Îtila`atê ve hate desteserkirin.