Sê Penaberên Kurd Ên Feylî Li Ustiraliya Wek Nerazîbûn Devê Xwe Dûrîn

12:17 - 26 Çirriya paşîn 2011
Kurdpa: Sê penaberên Kurd ên Feylî ku li kempa penaberî ya Darwîn li Ustiraliya hatine destbiserkirin, wek diyarkirina nerazîbûna xwe derbarê rewşa xirabe xwe û siyaseta dewleta Ustiraliya devê xwe dûrîn û gireva birçîbûnê giritine.

Niyan Rîntol, çalakvanê mafê penaberan li Ustiraliya di vê derbarê de ji Ajansan re gotiye: “Ji xeyîn van du penaberên Kurd ku devê xwe dûrîne 2 penaberên din ên Kurd dest dane xwekujiyê û jimareyek zor heb û derman xwarine ku bilez bo nexweşxanê hatine veguhastin.”

Vî çalakvanê herwiha zêde kir ku ev penaberane nêzîkê 18 heta 22 mehan e ku li kempê de destbiser in û daxwaza wergirtina penaberiya wan hatiye redkirin û ji ber ku di keysa wan de bê dewlet hatine hesêb kirin, nikarin bo tu dewletek din herin, lewra bi zorî li kempê de hatine ragirtin.

Li gor zaniyariyan, zêdeyî 500 Kurdan penaber li kempên Ustiraliya de hatine destbiserkirin û heta niha çarenivîsa wan nediyar e û tu bersivek wernegirtine û hikûmeta Ustiraliya jî bo dîportkirina wan rêyên tund girtiye pêş.