Sê kolberên Kurd li ser sînorê Urmiyê bûne armanca gulleyên hêzên rejîma Îranê

21:50 - 28 Tebax 2016
Ajansa Kurdpa: Hêzên rejîma Îranê li herêma Mirgewer karwaneke kolberan kirin armanca gulleyên rasterast ên xwe.

Di encama vê êrîşê de kolberek li ser bilndahiyên Dalamperê hate kuştin.

Nasnameya vî kolberî, Lezgîn Şe’banî xelkê gundê “Kolebî” ya Mirgewer hatiye ragehandin.

Navbirî bavê sê zarokan bû, ku bona peydakirina bijîwa jiyana malbata xwe, neçar bû ku karê kolberiya ser sînoran bike.

Herwisa di encama vê êrîşê de kolberekî din jî bi navê Emîn Şe’ibanî, yek jî bi navê Babek Şe’ibanî bi giranî birîndar bûye, û niha di nexweşxanê de tê dermankirin.

Girîngînedana dewletê bi sermadanînê, nebûna karxaneyan, û kêmiya siyasetên handana bo sermayedanînê, dibin sedem ku xelkê hejar rû bikin kolberiyê, ku di rastî de karê herî bi zehmet e, bona peydakirina bijîwa jiyanê.

Hêjayî basê ye ku heya niha jî termê Lezgîn Şe’ibanî radestî malbata wî nehatiye dayîn.

Goriyên teqeya rasterast ya hêzên rejîmê li Kurdistanê, îsal ji sînorê 50 kuştî û birîndaran jî derbaz bûye.