Sê kolberên Kurd li ser sînorê bajarê Merîwanê hatne birîndarkirin û kuştin

14:07 - 25 Îlon 2018
Ajansa Kurdpa: Sê kolberên Kurd yên xelkê bajarên, Merîwan, Dîwandere û Sine, ji ber teqîna mînê li ser sînorê bajarê Merîwanê, hatne birîndarkirin û kuştin.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa “Kurdpa”yê, sibezûya roja Sêşemî 3`ê Xezelwerê (24`ê Îlonê) du kolberên Kurd yên bi navên “Ebdula Mihemdzade” xelkê gundê “Tînal” a girêdayî bajarê Merîwanê, û “Elî Nadirî” xelkê gundê “Guntu” a girêdayî bajarê Dîwandere, di encama teqîna mînê, li ser sînorê bajarê Merîwanê canê xwe ji dest dan, û kolberekî din yê bi navê “Hemîd Bayinço” xelkê gundê “Baînçûb” a girêdayî bajarê Sine jî, di encama vê bûyerê de bi tundî birîndar bûye.

Ev 3 kolberên Kurd, li ser sînorê “Dereweran” a bajarê Merîwanê, ji ber teqîna mînên çandî yên ji aliyê Spaha Pasdaranê, tûşî vê bûyerê bûne.
Di vê bûyerê de, “Hemîd Bayinço” ji ber teqîna mînê piyên xwe ji dest daye.

Termên van du kolberên ku canê xwe ji dest dane, û digel kolberê din yê ku birîndar bûye, di vê bûyerê de, ji bo nexweşxaneya “Bo`elî” a bajarê Merîwanê hatine veguhastin.

Ji ber kirîza aborî ya di parêzgehên ku Kurd tê de akincî ne yên Îranê, bi taybet yên di deverên sînorî de, hevwelatiyên Kurd neçar dibin bo dabînkirina hewcehiyên jiyana xwe rû li karên metirsîdar bikin, ku ji bilî gullereşandina rasterast a hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê, tûşî sirr û seqema zivistanê û teqîna mînên çandî tên, û di encamê de yan jiyan xwe ji dest didin yan jî birîndar dibin.

Parêzgehên Arzerbaycana rojava, Kurdistan, Îlam, Kirmaşan û Xûzistan, ji van deveran in ku tijî li mînên çandî ne, û zêdeyî 16 milyon mîn di van deveran de hene, lê heya niha tu kareke bandordar ji bo paqijkirina deverên ku mîn tê de hatine çandin, nehatiye encamdan.