Sê kolberên Kurd li ser sînorê bajarê Çaldiranê hatin birîndarkirin û kuştin

22:12 - 19 Îlon 2018
Ajansa Kurdpa Çend Kolberên Kurd yên xelkên bajarê Çaldiranê, ji ber teqeya rasterast ya hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê li sînorê vî bajarî hatin kuştin û birîndar kirin.

Li gorî raporta ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Sêşemî 27`ê Xermananê (18`ê Îlonê) kolberê Kurd yê bi navê “Nê`imet Şehbazî Hêyderanlo” temen 30 salî xelkê gundê “Îsa Kulîk” ji ber gullereşandina rasterast ya hêzên leşkerî yên Hikûmeta Îranê, li ser sînorê bajarê Çaldiranê canê xwe ji dest da.

Li gorî gotina çavkaniyeke agehdar di vê derheqê de, hêzên leşkerî yên Hikûmeta Îranê, bi bê hişdarîdan ji kolberan re ev kirine armanca gulleyên xwe, û di vê bûyerê de jî, du kolberên din yên bi navên “Mihemed Husênnijad” û “Pêyman Qulîzade” bi dijwarî birîndar bûne.

Vê çavkaniya agehdar di vê derheqdê de, herwisa gotiye ku: Ew du kolberên Kurd yên ku hatine birîndar kirin ji bo çavdêriyên pîzişkî bo navenda Tendrustiyê hatine şandin.

Nê`imet Hêyderanlo xîzandare û xwediyê zarokek temen du salî ye.

Her di vê pêwendiyê de, nîve şeva roja Yekşemî 25`ê Xermananê, (16`ê Îlonê) girûpek ji kolberên Kurd li ser sînorê bajarê Serdeştê ketine bosyeya hêzên leşkerî yên Hikûmeta Îranê, û di encama gulleberdana hêzên leşkerî yên Hikûmeta Îranê de jî, kolberê Kurd yê bi navê “Rehîm Bapîrî” bi dijwarî birîndar dibe.