Sê kedkarê kurd bi sedema kevtinê canê xwe ji dest dane

19:02 - 28 Hezîran 2020

Roja Şemî 7`ê Pûşper, kedkarekî Kurd yê bi navê “Dilaver Tohîdpenah” xelkê gundê “Cewşen” a ser bi bajarê Seqizê, bi sedema berbûn di dema kar kirinê de, canê xwe ji dest da.

Herwisa her di wê rojê de kedkarekî din yê bi navê “Osman Husêynî” yê temen 36 salî û xelkê gundê “Bêlû” a ser bi bajarê Baneyê, bi sedema kevtina ji  bînaîyekî 3`ê qatî canê xwe ji dest da.

Ji aliyekî din, roja Şemî 7`ê Pûşper, “Ferhad Şaperî”, kedkarekî bînasazî ku çar rojan berya niha di dema kar kirinê de û bi sedema kevtina ji bilindahiyê ve, piştî çar rojan bêhişiya dirêj mewda, di yek ji nexweşxaneyên bajarê Sineyê de canê xwe ji dest da. Ew kedkarê Kurd temen 27 salî û xwedanjin û zaroke.