Sê Kasibkarê Kurd bi Destên Hêzên Dewleta Îrahnê hatin kuştin

13:04 - 11 Şibat 2013
Ajansa Kurdpa: Hêzên Întizamî ên Komara Îslamî ya Îranê li herêma “Xêle Reş”a Bane 4 kasibkarên Kurd bi dest û pêyên girêdayî li Çiyayê “Sûr Kêv”havêtine xware û li encam de 3’ê kesan canê xwe ji dest dan.

Roja Çarşem berwar 6’ê Şibata 2013’an Hêzên Întizamî ên li ser sînorê Başûr û Rojhilatê Kurdistanê 4 ciwanên kurd bi navên: “Husên Rostem Nijad” temen 16 salî û kurê Mihemed,”Huşyar Rostem Nijad” temen 20 salî û kurê Mihemed, Rizgar kurê Kemal Ketanî li herêma Xêlereş û li cihekê bi navê li Şehabedîn a Ser bi Bane piştî girtinê, bi dest û pêyên girêdayî li çiyayê Sûr dihavêjine xwarê. 

\"11054.jpg\"
Piştr yek ji Kolberan bi navê “Elî Mam Nadir” li boyera han rizgar bibû diçe û dikeve Ser mayinê û pêyekê xwe ji dest dide.

Malpera Kurdistanmedia bilav kir, Berwar 22’ê Çileya Paşîn a 2013’an termê wan 3’ê kesan bi dest û pêyên girêdayî ji aliyê xelkê herêmê hatine peyda kirin.
Di heman demê de hêzên Întizamî ên rejîmê hemû kel û pelên wan kesan bi talan birine. Hêzên rejîmê destpêkê 77 hespên wan qetil kirin û dest danîn ser tiştên wan.

Ev Kolberên Kurd xelkê herêma Mihabadê bûn ku li sînorên Kurdistana Îran û Îraqê karê Kolberiyê dikirin.