Sê hevwelatiyên Kurd li bajarên coda yên Kurddistanê dawî bi jiyana xwe anîn

15:33 - 25 Nîsan 2019
Ajansa Kurdpa: Sê hevwelatiyên Kurd yên li bajarên wekî Dêhgulan, Sine û Bokanê dawiy bi jiyana xwe anî.

Li gorî raporên gihîştine Ajana Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, di heyama çend rojên derbazbûyî de, hevwelatiyê Kurd yê bi navê Ese`id Cewanmerd, kurê Ehmed xelkê gundê Kirundan a girêdaiy bajarê Dêhulanê dawî bi jiyana xwe anî.

Li gorî agahiyan, ev welatiyê Kurd yê temen 50 salî bi sedema destengî û hejariyê dawî bi jiyana xwe aniye.

\"\"Şekîla Kerîmiyan
Ji aliyekî din ve welatiya temen 16 salî ya bi navê Şekîla Kerîmiyan xelkê herêma Hesenabad a girêdaiy bajarê Sine bi sedema arîşeyên civakî dest bi xwe kujiyê daye.

Herwisa welatiyeke din ya temen 31 salî û xelkê bajarê Bokanê ku heya niha nasnameya wê zelal nebûye, xwe bidar vekiriye û bi wî awayî dawî b jiyana xwe aniye.

Ev ciwana Kurd ya xelkê bajarê Bokanê bi sedema arîşeyên malbatî dest bi xwe kujiyê daye.