Sê hevwelatiyên Kurd ji bo îdareya Îstixbaratê hatine gazîkirin

21:52 - 16 Tîrmeh (Temûz) 2018
Ajansa Kurdpa: Sê hevwelatiyên Kurd yên xelkê bajarê Sin ji bo îdareya îstixbarata vî bajarî, ji bo lêpirsînê hatine gazîkirin.

Li gorî nûçeya ku gihaye “Ajansa Kurdpa”yê, roja Yekşemî 16`ê Tîrmeha 2018`an, sê hevwelatiyên Kurd yên bi navên “Emîr Rizayî” temen 25 salî û kurê “Cemîl”, “Sîrwan Erxewanî” temen 26 salî kurê “Xoda kerem”, û “Ferzad Sadiqî” temen 34 salî kurê “Hebîb” xelkê gundê “Tengîserê” ji bo îdareya îstixbarata vî bajarî hatine gazîkirin.

Ev 3 hevwelatiyên Kurd ji riya telefonê ve ji bo îdareya îstixbarata bajarê Sine hatine gazîkirin, lê heyanî niha sedema gazîkirina van sê hevwelatiyên Kurd ji bo îdareya îstixbarata bajarê Sine ne xûya ye.

Heyanî dema belavbûna vê nûçeyê, ev sê hevwelatiyên Kurd di îdareya îstixbarata bajarê Sine de ne, û lêpirsîna wan jî, ji aliyê hêzên îstixbaratê ve didome.

wêne: “Ferzad Sadiqî”, “Sîrwan Erxewanî” û “Emîr Rizayî”.