Sê hevwelatiyên Kurd dawî bi jiyana xwe anîn

15:55 - 7 Nîsan 2019
Ajansa Kurdpa: Sê hevwelatiyên Kurd, li bajarên wekî Urmiye û Neqede, dawî bi jiyana xwe anîn.

Li gorî raporên belavbûyî, roja Şemî 17`ê Xakelêweyê keça Kurd a temen kêm ya bi navê “Nazîla Etmanî” keça Fetah, xelkê bajarê Urmiyê ku çend rojan berî niha, hewla xwekujiyê dabû, piştî çend rojan li nexweşxaneyê, canê xwe jidest da, û derheq sedema xwekujiya wê keça Kurd tu zanyaryek bedrest nînine.

Ji aliyekî din ve jî, jineke din a Kurd ya bi navê “Nûşîn Me`inevî” xelkê gundê Gengeçîn a girêdayî Soma û Biradost a ser bi bajarê Urmiyê, ku bi sedema arîşeiyên malbatî li 29`ê Reşemeha sala borî agir berdabû cendekê xwe, piştî derbazbûna du hefteyan di nexweşxaneyeke bajarê Tehranê bi sedema kûrahiya birînan canê xwe jidest da.

Herwisa roja Înê 16`ê Xakelêweyê, welatiyekî din yê Kurd yê bi navê Heyder Heyderî, kurê Husên û xelkê gundê “Ênaxî Zerduiy” a girêdaiy bajarê Pawe, ku rûniştiyê bajarê Neqede bû, bi sedema pirsgirêkên malî dawî bi jiyana xwe anî.