Sê girtiyên Kurd yên bakura Kurdistanê li girtîgeha Tewrêzê de de ne

16:00 - 27 Gulan 2012
kurdpa: Sê kes ji girtiyên siyasî ên Kurd ê Turkiyê ku li girtîgeha Tewrêzê de hatine destbiser kirin, ji 29’ê Banemerê pêve dest bi girevê kirine.

Li gorî rapora Ajansa nûçegihaniya Kurdpa: Cimhur Ugozîç, Nîhat Tuncer, û Mihemed Cerahî sê kes ji girtiyên siyasî li girtîgeha nawendî a Tewrêzê ne, ku piştî gireva birçîbûnê bo jora takekesî hatine veguhastin.

Ew sê girtiyên siyasî ên Kurd li lome û gazindeya bi nebûna li benda zindaniyên siyasî, kêmiyaxwarinê û xirapiya bara paqijiyê li girtîgehan de, û veguhastina yek ji wan bo benda Metadon Dermanî û herweha veguhastina yek ji wan bo benda rewanî girev girtine.

Mihemed Cerahî bi tawana pêkanîna girupek nayasayî û geşepêdana bîrûbaweriyên sosyalîstî û kedkarî bi 5 salan girtîgehê mehkum bûye, û niha li jora takekesî a girtîgeha Tewrêzê de ye.

Cimhor Ozgiwîç bi tawana alîkariya di gel pkk sala 1385’ê hate gitin û niha lio girtîgeha Tewrêzê de ye.

Nîha Tuncer jî herwisa bi tawana endametiya li PKK de bi 5 salan girtina Te’zîrî hatiye mehkumkirin.