Sê girtî ji girtîgeha navendî ya bajarê Urmiyê hatine îdamkirin

17:42 - 4 Nîsan 2021

Sibêdeha roja Yekşemî 15`ê Xakelêwe, sê girtiyên bi navên “Ehed Hebîbwend”, kurê Husên, “Sadiq Mehî”, kurê Îsa û “Mihemed Mehmûdî”, kurê Hacî Husên, ji girtîgeha navendî ya bajarê Urmiyê hatine îdamkirin.

Ew sê welatiyane berê jî, bi tometa “madên hişber” bi îdamê hatibûne cezakirin, sibêdeha roja Şemî 14`ê Xakelêwe, tevî sê girtiyên din bo cîbicîkirina cezayên wan bo odeyên kesî veguhastibûn.

Ehed Hebîbwend û Sadiq Mehî, xelkê bajarê Urmiyê ne û Mihemed Mehmûdî xelkê bajarê Şinoyê ye.