Sê girtî di girtîgeha navendî ya Urmiyê de hatine îdamkirin

18:43 - 4 Tîrmeh (Temûz) 2021

Sibêdeha roja Yekşemî 13`ê Pûşper, sê girtî yên bi navên “Davûd Qasimzade”, “Bihadîn Qasimzade”, kurên “Feysel”, xelkê gundê “Kormik”ê ser bi bajarê Selamasê û herwisa “Enver Ebdulahî”, xelkê bajarê Mihabadê, di girtîgeha navendî ya bajarê Urmiyê de hatine îdamkirin.

Ew sê girtiye roja Şemî 12`ê Pûşper, bona cîbicîkirina cezayên îdamkirina wan bo odeya take kesî ya bajarê Urmiyê hatibûne veguhastin.

Roja Derbasbûyî, Saziya Lêbihorîna Navnetewî daxwaza ragirtina îdam a “Bihadîn Qasimzade” kiribû. 

Saziya Lêbihorîna Navnetewî ragihandiye: “Bihadîn Qasimzade” li meha Sermaweza sala 1388`an hatiye binçavkirin û zêdetir ji 10 sale ku di sefa îdamkirinê de ye. Li gor wan zanyariyan ku ji aliyê çalakvanên mafê mirovî ve bi destê me gihîştiye, cezaya îdamkirin û cezadana navbirî di dadgeha nedadperwerane de li meha Cozerdana sala 1391`an, ji aliyê dadgeha cezadanê li bajarê Urmiyê bi ser wî de hatibû sepandin û li meha Rezbera sala 1392`an, ji aliyê dadgeha bilind a welat ve hatibû piştrastkirin. Beşek ji sedemên cezadana navbirî “îtirafek”ê li xwe digre ku li gor gotinên “Bihadîn Qasimzade” ew îtirafe bi rêya îşkenceyê ve di girtîgeha polîsê agahiya bajarê Urmiyê de ji navbirî hatibû vergirtin. 

Davûd û Bihadîn Qasimzade, di rêkevta 12`ê Sermaweza sala 1388`an de bi sedema kuştina du kesan di şerê malbatî de hatibûne binçavkirin.

Herwisa “Enver Ebdulahî” jî berê bi sedema tawana “kuştin”ê bi îdamê hatibû cezadan.