Sê girtî bo cîbicîkirina cezaya îdamê bo odeya take kesî hatine veguhastin

19:19 - 3 Tîrmeh (Temûz) 2021

Pêka gotina Nûçegihaniya “Hêrana”yê, roja Şemî 12`ê Pûşper, sê girtiyên ku hukmê îdamê bi ser wan de hatine sepandin û yek ji wan jî zarok e, bo cîbicîkirina cezayên wan bo odeya take kesî ya bajarê Urmiyê veguhastine.

“Hêrana”yê nasnameya wan sê girtiyan bi (Bihadîn Qasimzade, Davûd Qasimzade û Enver Ebdulahî yê xelkê bajarê Mihabadê hatine ragihandin. Bihadîn di temenê zarokatiyê de hatiye binçavkirin û birayê wî yê bi navê “Dawûd Qasimzade” jî nexweş e.

“Dawud û Bihadîn Qasimzade” birayên hev û xelkê bajarê Selmasê ne. ew du welatiyên Kurd di rêkevta 12`ê Sermaweza sala 1388`an de bi sedema kuştina du kesan di şerê malbatî de hatibûne binçavkirin. “Bihadîn” di dema binçavkirinê de 17 sal temen hebû û li sala 1389`an di dadgehê de kuştina her du kesan kêşa stuyê xwe. Her di heman rojê de piştî derkevtina wî di dadgehê de ji nav destên me`imuran ve rewî û çû bo Kurdistana Îraqê. Piştî rewîna navbirî hêzên ewlehî xûşk, dayîk û birayê wî yê din binçavkirin û bo girtîgeha bajarê Urmiyê veguhastin û daxwaza binçavkirina “Bihadîn” li beranber azadiya malbata wî kirin. “Bihadîn” jî piştî mehekê vegeriya bo welat. Di wê heyamê de bi sedema lêdan û îşkenceya dijwar, “Davud Qasimzade” rastî nexweşiya maziye pişt û nixa`ê hat.

“Enver Ebdulahî” berê bi sedema tawana “kuştin” bi îdamê hatibû cezadan.