Sê duktur Bokanî, alîkariya erdhejlêdayiyan dikin

19:46 - 25 Çirriya paşîn 2017
Ajansa Kurdpa: Sê dukturên xelkê bajarê Bokanê, weke xwebexş û li ser erka xwe ji bo heyama yek hefteyî di deverên parêzgeha Kirmaşanê ên ku erdhej lêhatiye, mijûlî çareseriya pizişkî a birîndarên vê bûyerên ne.

Nasnameya wan sê dukturên Kurd, “Riza Sultanî”, “Şoreş Heyderî” û “Soran Xeforî” hatiye ragehandin.

Ev sê dukturên Kurd di hefteya derbazbûyî de, weke vezîfeya mirovî û exlaqî û bi bê tu çavnihêriyekê, û li ser perê xwe ji bo kirîna dermanan bi awayê xwebexş mijûlî çareserkirina birînên erdhejlêdayiyan in.

Ev sê dukturên Kurd ên xwebexş di gundên deverên ku erdhej lêhatiye, ji bo hemwelatiyên wan deveran dermanên hewce dabîn dikin, û herwiha çareseriyên pizişkî jî ji wan re encam didin.

Roja 21`ê Xezelwera 1396`an, bi sebeba hatina erdhejeke bihêz di parêzgeha Kirmaşanê de, hejmareke zêde ji hemwelatiyên Kurd birîndar bûn, û hejmareke zêde jî jiyana xwe ji dest dan.
Piştre hemwelatiyên Kurd yên Kurdsitana Rojhilat , di hemû bajar û deverên Kurdsitanê de di hewleke bêhempa de dest kirin bi komkirina kelûpel, û tiştên xwarinê, ji bo hemwelatiyên ku zirar dîtine.

Hêjayî basê ye ku hemwelatiyekî Kurd ê xelkê bajarê Bokanê yê bi navê “Ebûbekir Me`irofî” di dema gihandina alîkariyên mirovî de, ji bo lêqewmiyên erdhejê, jiyana xwe ji dest da, û piştre Kurdistaniyan bi awayekî berfireh di merasima pêşwaziya ji termê navbirî û bi axêspartina wî de beşdarî kirin, û ew wekî şehîdê xwebexş ê Kurdistanê bi nav kirin.