Sê çalakvanên sinfî yên mamosteyan hatine azadkirin

Roja Şemî 4ê Pûşperê, “Selah Mirzayî, Mihemedriza Muradî, Aram Îbrahimî” çalakvanên sinfî yên mamosteyên Sineyê bi danîna barimteyê hatine azadkirin.

Ew 3ê çalakvanên sinfî bi danîna barimteyê bi awayekî demkî heta dema bi dawîhatine qonaxên dadresiyê hatine azadkirin.

Roja Sêşemî 24ê Cozerdanê, “Mihemedriza Muradî” Endamê Heyeta Birêveberî ya Encûmena Sinfî ya Mamosteyên Kurdistan- Sine bi bê hebûna belgeyên yasayî li ber deriyê mala xwe ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin.

Herwisa roja Pêncşemî 26ê Cozerdanê, “Selah Hacîmirzayî” Endamê Heyeta Birêveberî ya Encûmena Sinfî ya Mamosteyên Kurdistan- Sine û Kelaterzanê, ji ailyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin.

Roja Çarşemî 1ê Pûşperê “Aram Îbrahimî” Çalakvanê Sinfî yê Mamosteyên Sineyê di mala bavê xwe de ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin.