Sê çalakvanên olî bo girtîgeha bajarê Urmiyê hatine veguhastin

18:27 - 17 Îlon 2020

Sê çalakvanên olî yên bi navên mamosta “Tahir Şêyxî, Fayiq Şerî`etpena û Amanc Hemzelû” xelkê bajarê Bokanê, piştî bidawîhatina heyama lêkolîna wan ji girtîgeha îdareya Îtila`ata bajarê Urmiyê, bo girtîgeha navendî a wî bajarî hatine veguhastin.  

Ew sê çalakvanên olî di heyama rojên derbasbûyî de, bo girtîgeha bajarê Urmiyê hatine veguhastine û piştî du roj ragirtin di benda wî girtîgehê de, roja Çarşemî 26`ê Xermananê, bo benda hepsiyên siyasî hatine veguhastin.

Ew sê çalakvanên olî roja Duşemî 20`ê Gelawêjê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine binçavkirin û tohmeta ku bi ser wan sê welatiyan de hatiye sepandin “endambûn û alîkarîkirin digel girûpa Ensarullsune” hatiye ragihandin.