Sê çalakvanên Kurd bo girtîgeha Îtilaat a Sipahê hatiune veguhastin

17:58 - 18 Kanûna Paşîn 2021

Sê çalakvanên Kurd yên bi navên “Derya Talibanî, Ezîme Nasirî û Esrîn Mihemedî” piştî binçavkirinê ji aliyê hêzên ewlehî ve li bajarê Mihabadê, Bokan û Tehranê bo lêkolînê bo girtîgeha El-Mehdî a bajarê Urmiyê hatine veguhastin.

Roja Şemî 20ê Befranbarê, “Derya Talibanî û Ezîme Nasirî” bi bê hebûna ti belgeyekî yasayî bi awayekî cuda ji aliyê hêzên ewlehî ve li bajarê Mihabad û Bokanê hatine binçavkirin.

Herwisa her di wê rojê de, “Esrîn Mihemedî” xelka bajarê Mihabadê ji aliyê hêzên ewlehî yên girêdayê Îtilaata Sipahê li bajarê Tehranê hate binçavkirin û di peywendiyekî telefonî digel malbata xwe de, ragihand ku bo lêkolînê bo girtîgeha Îtilaata Sipahê li bajarê Urmiyê hatiye veguhastin.

Heya dema belavbûna vê nûçeyê, ji sedema binçavkirin û tohmeta ku bi ser wan 3 çalakvanê Kurd de hatiye sepandin, ti zanyariyek li ber dest nîne.