Sê Çalakên Jîngehparêzên Girtî Yên Kurd Li Jêr Îşkencan De Ne

12:21 - 5 Kanûna Paşîn 2012
Kurdpa: Sê endamên Civaka Kesk ya Kurdistanê bi navên Wuriya Xosrewî, Ekber Gewêlî û Kamran Rehîmî ku zêdetit ji 70 rojan dibe li girtîgeha îdareya Îtilaata bajarê Sine de ne, li jêr zext û givaşan û îşkencan de ne.
\"kawe-tehmasbi.jpg\"
kawe Tehmasibî


Kawe Tehmasubî, çalakê Kultûrî di hevpeyvînek telefonî de ji Ajnasa Kurdpa serbarê dana vê zaniyariyê, ragihand: \"Ew sê kesên navbirî bê ku tawna wan were diyarî kirin hatine girtin û niha jî li jêr îşkencê de ne û Wuriya û Kamran bi sedema îşkencê dest û pêyek wan şikaye.\"

\"rizgar-rewsheni.jpg\"
Rizgar Rewşenî
Kawe Temasubî didomîne û dibêje: \"ew sê kese piştî derbazbûna 70 rojan bi ser girtina wan de, heta niha jî bo dadgehê nehatine bang kirin û navendên ewlehî yên Îranê jî tu zaniyariyekê nadin malbata wan.\"