Saziya Netewên Yekbûyî Car Din Bi Sedema Binpêkirina Mafê Mirovan, Îran Mehkûm Kir

13:04 - 21 Kanûna pêşîn 2011
Kurdpa: Civata giştî ya Saziya Netewên Yekbûyî (NY) derheq mehkûmkirina Îranê bi sedema binpêkirina micid ya mafê mirovan, sezadan bi şeêaqan û birîna endamên laşê mirovan û bikaranîna sezaya îdamê bi awayek berdewam, biryarnameyek pejirand.

Ajans û nûçegihaniyên navnetewî di vê derbarê de belav kirin: “Mihemd Xezayî, nûnerê Îranê li Saziya NY de roja dûşem 19.12.2011-an bi armanca pêşîgiritin ji pejirandina vê biryarnameyê, gellek hewil da, lê hewlên wî rûberûyê şikistê hatin.

Ev biryarnameya bi piştevaniya Kanada hatiye cîbicîkirin ku têde tekez li ser mînakên binpêkariyên mafê mirovan li Îranê weke îşkence û riftara bêşermane û nemirovane û bêhurmetîkirin bi xelkê hatiye kirin.

Biryarname ji komna 193 welatên beşdar bo dengdanê, bi 83 dengên erê, 30 dengên ne û 64 dengên bê alî hat pejirandin.