Saziya “Mafên Mirovên Kurdistanê”, nîgerane ji rewşa Kebûdvend

17:23 - 10 Tîrmeh (Temûz) 2012
Ajansa Kurdpa: Saziya Dadkokîker ji Mafên Mirovên Kurdistanê, li hemberî rewşa Mihemedsidîq Kebûdvend, rixne ji berpirsên Dozgeha Qezayiye Komara Islamiya Îranê girt.

Daxuyaniya Saziya Mafên Mirovên Kurdistanê li ser rewşa Kebûdvend, gihîştiye Kurdpa ku mijarê wisa dide ber basê:

Bi hawara Kebûdvend re werin ku rewşek nîgarenker heye

46 roj li gireva birçîbûna Mihemedsidîq Kebûdvend derbas dibe, di wê heyamê de zaf ji Partî, Sazî, Navend, Alî, Çakalên sivîl, Siyasî, Mafên Mirov û ragihandinan di gihandina dengê zulm lêkiriye Kebûdvend de bi awayekî girseyî xebitîn. Em destxweşî û mandî nebûniyê ji wan xebatkaran dikin.

Wîjdanên birûmet!

xemsariya desthilatdaran û bixasmanî berpirsên hukmî li hember daxwaziyên Kebûdvend, tevî çi yasa û dabek Mirovîtiyê çî hev nayê û ji alî din ve regez peristî ji aliyê hin Ragihandinên Fars ve, ji me re derdixe ku ewna Mafên Neteweyên Îranê binpê dikin. Saziya Mafên Mirovên Kurdistanê radigihîne ku rewşa Mihemedsidîq Kebûdvend cihê nîgeraniye û em daxwazê li gişt mirovdostan û Navend û ragihandinên giştî dikin ku bi hawara wê Çalakê Mafên Mirovan re bên.

Saziya Mafên Mirove Kurdistanê

Sêşembî 20ê pûşpera sala 1391’an a rojî