Saziya Mafê Mirovan Ya Îstenbulê: Sala 2011-An Sala Herî Xirab Bû Ji Bo Kurdên Tirkiyê

12:48 - 20 Kanûna pêşîn 2011
Kurdpa: Di raporekê de ku Saziya Mafê Mirovan ya Îstenbulê nû belav kiriye serbarê îşarekirin bi berdewambûna daxwazêm welatiyên Kurd li Tirkiyê derheq pêkaanîna guhertinan di vî welatî de û pêşgirtin ji binpêkirina mafê mirovan, sala 2011-an weke sala herî xirab ji bo Kurdên Tirkiyê da zanîn.

Malpera Kurdpress belav kir li gor serjimêriyan di sala 2011-an de zêdeyî 330 kes li encam pevçûnên çekdarî de canê xwe ji dest dane.

Di doma raporê de hatiye ku nêzîk bi 3800 kes ji alîgirên Partiya Aştî û Demokrasî (B.D.P) ji aliyê hêzên ewlekarî yên Tirkiyê ve hatine destbiserkirin.

Di beşek din ya raporê de dibêje ku li heyamê meha derbazbûyî de heta niha 812 kes ketine jêr îşkenceyên herî tund û 6 xwenîşander canê xwe ji dest dane.

Herwiha destbiserkirina 71 rojnamevanan bi tawana hevkarîkirin ligel K.C.K yek din ji mînakên binpêkirina mafê mirovan e ji aliyê Hikûmeta Tirkiyê ve.