Saziya Lêbûrîn a Navnetewî: Heyder Qurbanî di bin gefa Îdamkirinê de ye

11:53 - 24 Îlon 2020

Saziya Lêbûrîn ya Navnetewî di bangewaziyekê de, ragihandiye Heyder Qurbanî, hepsiyê siyasî yê Kurd ku bi îdamê hatiye cezada, di bin gefa îdamkirinê de ye û daxwaz ji berpirsê hêzên dadwerî kiriye ku dibe demûdest biryara cîbicîkirina cezaya îdama wî hepsiyê siyasî ragirin.

Dê wê bangewaziyê de, hatiye: “Heyder Qurbanî, hepsiyê siyasî yê Kurd temen 47 salî, di bin gefa îdamkirinê de ye. Berpirsên Îtila`atê, dadistan û hêzên dadwerî usûla dadgehiyekî dadperwerane di dosiya wî hepsiyê de binpê kirine û dadgeha şoreş a bajarê Sineyê, tevî vê ku di biryara xwe de ragihandiye ku Heyder Qurbanî ti demê çekdar nebûye, lê ew hepsiyê siyasî bi tohmeta “raperîna çekdarî a dijî binemayên nîzamî” (beqî) bi îdamê hatiye cezadan.

Saziya Lêbûrîn a Navnetewî di wê bangewaziyê de, eva jî gotiye: Dadgeh berevajî yasayê, pişt bi “îtiraf”a zorê ya lêdan û îşkenceyê, bi bê amadebûna parêzerê wî girêdaye û di demekê de ku Heyder Qurbanî, qurbaniyê bêserûşûn yê bi zorê ye.

Herwisa wê Saziya Mafê Mirov, ragihand: “Berpirsê hêza dadwerî dibe demûdest biryara cîbicîkirina cezaya îdamkirina “Heyder Qurbanî” rawestîne û tevî hilûşîna wê cezayê, destpêragihîştina navbirî bi birêveçûna dadgehîkirina dûbare û dadperwerane, gerentî bikin”.

Meha Xermanana îsal, Dîwana Bilind a welat daxwaza pêdaçûn bi dadgeha “Heyder Qurbanî”, hepsiyê siyasî ê di girtîgeha navendî a bajarê Sineyê de ret kiribû.

Ew hepsiyê siyasî di taya 1 a dadgeha şoreş a bajarê Sineyê de bi tohmeta “Bexî” bi îdamê hatiye cezadan û Dîwana Bilind a Dadweriya welat ew cezaye piştrast kiriye.

Piştî piştrastkrina cezaya îdama “Heyder Qurbanî” di Dîwana Bilind a welat de, parêzerê dosiya “Heyder Qurbanî” hepsiyê siyasî ku bi îdamê hatiye cezadan; daxwaza lipeykevtina taya hevalî ji dadgeha şoreş a bajarê Sineyê kir. 

Berpirsên girtîgeha navendî yên bajarê Sineyê di bertekekê de, ji derheq dengdana berfireh a nûçeyên piştraskirina cezaya îdama “Heyder Qurbanî” di nav mediyayn de, ji aliyê Dîwana Bilind a welat ve, ew hepsiyê siyasî yê Kurd ji çavpêkevtin digel malbatê bêpar kirin.