Saziya Lêborîna Navneteweyî derheq nêzîkbûna îdama Zêyneb Sekanwend hişdar da

15:19 - 13 Çirriya pêşîn 2016
Ajansa Kurdpa: Saziya Lêborîna Navneteweyî di daxuyaniyekê de, hişyariyê dide rejîma Îranê, ku nabe hukmê îdama jineke kurd ya bi navê Zeyneb Sekanwend cîbicî bike, ku dema hatibû girtin 17 salî bû.

Li gor vê daxuyaniyê, Zeyneb Sekanwend bi sedema kuştina mêrê xwe hukmê îdamê wergirtibû.

Ew jina girtî ya Kurd ,di temenê 15 saliyê de bi kesekî re zevicî bû,û piştî 2 salan di Adara sala 1990’ î de, bi sedema qetila mêrê xwe hatibû girtin, û di sala 1992’an de hukmê îdamê jê re hate dayîn.

Zeyneb Sekanwend derheq kuştina mêrê xwe de ragehandibû, piştî vê ku, ew ji aliyê mêrê xwe ve rastî lêdanê tê,mêrê xwe dikuje.

Rêxistina Efûya Navnetewî,di daxuyaniyekê de piştrast dike ku,Zeyneb Sekanwend dema hatiye desteserkirin, jêr temenê 18 saliyê de bûye, û herwiha ji girtina parêzer jî, bêpar bûye.

Ji aliyekî din ve ew jina Kurd piştî girtinê, ji aliyê berpirsên girtîgehê ve rastî lêdan û îşkenceyê tê.