Saziya Çavdêr a mafên mirovan: Leşkerên Tirkiyê zarokan didin ber gulleyan

21:40 - 11 Gulan 2016
Ajansa kurdpa: Saziya Çavdêr a Mafên Mirovan li dijî arteşa Tirkiyê raporek weşand. Ew saziya dibêje ku hêzên sînorparêzên Tirkiyê, bi bêy sedem penaberên Sûrî didin ber gulleyan.

Ji meha Ut ya sala 2016’an şûnda sînorê di navbera Tirkiye û Sûriyê hatiye daxistin. Ji wê demê şûnda leşkerên Tirkiye mêr, jin û zarokên ku dixwazin ji sînor derbaz bibin, didin ber gulleyan.

Saziya Çavdêr a Mafên Mirovan di doma rapora xwe de radigehîne ku di navbera mehên Adar û Nîsanê de hêzên Tirkiyê ên li ser sînor 5 kes kuştine, ku yek ji wan zarok bûye, û 14 kes jî bi gulleyan birîndra kirine.

Saziya Çavdêr a Mafên Mirovan daxwaz ji Tirkiyê kir ku dev ji vê kiryara xwe ya metirsîdar berde, û sînorê xwe yê bi Sûriyê re veke.

Tirkiyê herwisa dest bi çêkirina şûreyeke bitonî di navbera Tirkiye û Sûriyê de kiriye, û hêceta Tirkiyê jî ew e ku dixwaze pêşiya hatin û çûna terorîstan bo nav xaka xwe de bigre.