Saziya Çavdêr a Mafê Mirovan ji qetilkirina Sunî meseban bi destê çekdarên Şî’e nerazî ye

20:58 - 1 Şibat 2016
Ajansa Kurdpa: Saziya Çavdêr a Mafê Mirovan seba revandin û kuştina hevwelatiyên Îraqî yên Sunî meseb bi destê çekdarên Şî’î meseb yên ku ji aliyê Îranê ve tên piştevanîkirin bi tundî ev girûp rexine kirin.

li gor nûçeghaniyan, roja Yekşemiyê 31’ê Çileya Paşîn a 2016’an, Saziya Navneteweyî a Çavdêriya Mafê Mirovan, di raporeke xwe de, belav kiriye ku di rojhilat Îraqê de hejmarek berfireh ji hevwelatiyên Sunî meseb ji aliyê çekdarên Şî’e ve ku hikûmeta Îranê piştevaniyê ji wan dike têne kuştin herwiha avahiyê wan ji tên wêrankirin.

Hêjayê gotinê ye ku Saziya Çavdêr a Mafê Mirovan ragehandiye ku di hefteiya derbazbûyî de bajarê Meqdadiyê hejmarek ji xelkê Sunî meseb yên ku di wî bajarî de niştecî ne ji aliyê çekdarên Şî’e meseb ve hatine revandin û qetilkirin.

Herwiha li gora rapora vê saziyê avahî û dukan û mizgeftên Sunî meseban yên di wî bajajrî de rastî êrîşa wan çekdarên şî’î meseb hatine.

Rêxistin Çavdêr a mafê mirov her du girûpên milîşa yên şî’e wekî Bedr û Esabê Ehlêheq, wekî girûpên girêdayî dewleta Îraqê binav kirine, ku digel DAÎŞ’ê şer dikin, û Îran jî piştgiriya wan dike, û ev piştgirîkirina Îranê ji wan girûpan wekî destêwerdana di nav kar û barên welatên herêmê de tê zanîn.

Li gor gotina Rêxistin Çavdêr a mafê mirov, ev kiryara milîşên Şî’e binpêkiirna mafên navneteweyî ye û dikare wekî cinayetên şer bê binavkirin.